Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekar û dersxwan şeqaman çol nakin

16:52 - 18 Çirriya pêşîn 2022

Xwedekaran li parêzgehên “Tehran, Tewrêz, Gîlan û Mazenderan”ê bi awayek berfireh li dijî rejîma Îranê û piştevanî ji serhildana Kurdistan û Îranê xwenîşandan kirin.

Îro Sêşemî 26ê Rezberê, li bajarê Tehranê xwendekaran li zanîngehên “Xacê Nesîr Tûsî, zanîngeha Huner, zanîngeha Ellame û herwisa di zanîngeha Kerecê de jî li dijî rejîma Îranê û piştevanî ji serhildana xelkê Kurdistan û Îranê xwenîşandanên berfireh lidar xistin.

Di bajarê Tehranê de xwendekar û dersxeanan siloganên wiha dan “ kuştin û teqe kirin û agir berdan Êvînê, gotina me rast bû bersiva wan gulle bû û dehan siloganên din dan” herwisa li zanîngeha Hunerê jî bi awayek sembolîk pê xwe li ser erdê kutan.

Xwendekarên zanîngeha Yasayî ya Ellame ya Tabatabayî ya Tehranê bi siloganên bêşeref bêşeref bersiva Elî Behadorî Cehromî, berdevkê rejîma Îranê ku çûbû zanîngehê, dan.

Hevdem li zanîngeha Gîlanê, xwendekar rijiyane ser şeqaman û kur û keçên xwendekar xwenîşandanek berfireh bo piştevanîkirin ji serhilderana seranerî lidar xistin û siloganên wek “ne xavik, ne serkut, beranerî û azadî, jin jiyan azadî” dan.

Herwisa li bajarê Tewrêzê xwendekaran kombûn û silogan dan.

Di parêzgeha Mazenderanê de jî xwendekar hatine ser şeqaman û hûre ji besîc û hêzên ewlehî kêşan û silogana “jin jiyan azadî, mêr welat avedanî” dan.