Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Yasayî ya “Brîtaniya û Wêlz”ê daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku dawî bi tundûtîjiyê bîne

16:55 - 18 Çirriya pêşîn 2022

Encûmena Yasayî ya “Brîtaniya û Wêlz”ê ji rêya daxuyaniyekê ve li ser tora civakî ya Twitterê, daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku dawî bi tundûtîjî digel parêzeran bîne.

Vê Encûmena Yasayî daxwaz ji rejîma Îranê kirine ku îzna destpêregihîştina hevwelatiyên nerazî yên ku di encama serhildana vê dawiyê de hatinî binçavkirin bi parêzeran re bidin û dawî bi binçavkirin û tundûtîjî digel parêzeran bînin.

Herwisa wê encûmenê ragihandiye: Rapor nîşan didin ku di Îranê de parêzer nikarin berevanî ji mafê girtiyên siyasî bikin û ji hegera berevanîkirin ji mafê girtiyan rastî gefa binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve tên.