Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navneteweyî: Girtiyên li girtîgeha Êvînê hewcehî bi pêragihîştinê hene

10:48 - 19 Çirriya pêşîn 2022

Saziya Lêborîna Navneteweyî li derheq weşartina heqîqetên bûyerên vê dawiyê yên li girtîgeha Êvîn û  serkutkirina nerizayetiyên şeqaman ji aliyên rayedarên rejîma Îranê ve ku li Îranê de qewmîne daxuyaniyek belav kirin.

Wê saziyê di daxuyaniya xwe xwe gotiye, Şêwreya Mafê Mirov ya Saziya Navneteweyî dibe bi lezgînî civînek taybet bona vekolîna kiriyarên neberpirsane û serkutkarane yên rayedarên rejîma Îranê yên li dijî girtiyên girtîgeha Êvînê ku di dema agirtinê de derfet tunebûne pêk bînin û sebebkarên vê cinayetên eşkere bike pêk bîne.

Pêka raporên belavbûyî, girtiyên birîndar yên girtîgeha Êvînê ku hewcehî bi pêragihîştinên pîzişkî hene, ji vê yekê bê par mane.

 Her di vê pêwendiyê de girtiyekî girtîgeha Êvînê di pêwendiya digel malbata xwe de eşkere kiriye ku berpirsên girtîgehê îzina tedawiya girtiyên birîndar nadin û ev guhnedan jî dibe sebeba can ji destdana girtiyên birîndar û gotiye me ewlehiya canî tuneye û eger xelk me jibîr bikin, berprisên rejîmê dê me kevil bikin.

 Wî girtiyê di berdewamiyê de gotiye: Noberdarên girtîgehê  û polîsên dije şoreşê hejmarek girtî kelebçe kirine û bi batoman bi berdewamî li ser û rûyên wan dixin.

Her di vê herdeqê de jî malbatên girtiyan û girtiyên din bixwe li derheq  nebûna ewlehiya canî ya girtiyan de nîgeraniya nîşan dane, bitaybet nedana mafê hevdîtina malbatên girtiyan piştî bûyera agir pêketinê.

Saziya Lêborîna navneteweyî ji rayedarên rejîma Îranê re daxwaz kiriye ku ji çavdêrên serbixwe yên Saziya Navnteweyî re rê bide da ku bi lezgînî û bi bê ti astengiyekê destpêragihîştin bi girtiyên Îranê hebin.