Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên Kurdistan û Îranê berdewam in

10:51 - 19 Çirriya pêşîn 2022

Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên weke “Seqiz, Sine, Mehabad, Abdanan,Tehran, Ehwaz,Xozistan” û hin bajarên din xwenîşandan li dijî rejîmê berdewam bûn, û xelk li ser şeqaman bûn, û bi dana siloganan û êrîş kirine ser hêzên rejîmê û şewitandina benêrên taybet bi rejîma Îranê xwenîşandanên xwe berdewam kirin.

Herwisa li piraniya bajarên weke “Merîwan, Pawe, Bokan, Qum, Kirman, Îsfehan, Tehran” û hin bajarên din xelkê serhilder bi nivîsîna siloganan li ser der û dîwarên bajaran bêzariya xwe li hermber rejîma mirovkuj nîşandan.