Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komek ji çalakvanên Ereb ên Ehwazê di daxuyaniyekê de daxwaza hatina ser şeqaman a tev xelkê Îranê kir

16:54 - 3 Çirriya pêşîn 2022

Komek ji çalakvanên Ereb ên Ehwazê di daxuyaniyekê de, bi îşarekirin bi amadebûna hemû tex û qat, qewm, netewe, ol û oldar tevî vê ku di serhildana seraserî ya Îranê de beşdariyê kirin, daxwaza beşdarbûna berdewamî û bi armanc” ya Ereban li tenişt tev netewên din ên Îranê de kirin. 

Di vê daxuyaniyê de ku roja Duşemî 11`ê Rezberê hatiye weşandin, tê gotin: “Tişta ku îro li tevahiya Îranê tê dîtin, encama rasterast a stemkariya siyaseta zal ya Wilayeta Fegîh û rêgirtin ji her çalakiyeke siyaset, çandî, medenî û serbixweyî di welat de ye.”

Di Îranê de tev netewên bin dest hatine serşeqaman û li dijî desthilatdariya navendî ya rejîma Îranê xwenîşandnaê dikin û piraniya xelkê nerazî navê wê serhildanê dadinê şoreşa nû li dijî rejîma melayan.