Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê nerizayetiyên xwandekar û dersxwanên bajarên cuda yên Îranê bilindtir dibe

11:53 - 19 Çirriya pêşîn 2022

Xwandekar û dersxwanên piraniya zanîngeh û xwandingehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî rejîma Îranê berxwe didin û bi dana siloganan, mangirtinan, karên hunerî, xwandina sirûdan, rijiyana nava hewşên zanîngehan, firêdana xawikên xwe û…hwd, bêzariya xwe li rejîma melaya nîşan didin.

Li zanîngeha “Elamê Tebatebaî” ya bajarê Tehranê bi silogana “Bêşeref bêşeref” çûne pêşwaziya “Elî Behadirî Cehrûmî” Berdevkê rejîma Îranê û bi siloganên cuda ev neçarkirin ku bi reve.

Herwisa li zanîngehên weke “Mazenderan, Îsfehan û zanîngeha “Teknîkî ya Welîesirê û çendîn zanîngehên din yên Îranê xwendekaran nerizayetiyên xwe nîşandan.

Derisxwanên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî bi siloganan û havêtina xawikên xwe nerizayetiya xwe nîşandan.