Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştgîriya kesayetiyên derveyî welat \ xwenîşandanên Îraniyên li derveyî welat

12:32 - 19 Çirriya pêşîn 2022

Hejmarek ji welatiyên Îranê ku li welatê Awistrelyayê penaber in li derheq cinayeta girtîgeha Êvînê û piştgîrî kirin li berazîbûnên seranserî yên Îranê li ber deriyê palemena wî welatî kom bûn.

Di vê kombûnê de Îraniyên penaber yên li Awistrelyayê ji Civata Cîhanî bitaybet dewleta Awistrelyayê daxwaza piştevanîkirin ji nerazîbûnên seranserî yên Îranê kirin.

Herwisa Meghan Markle modelîngh û ektera berê ya Amerîkî  û hevjîna şazade Harry ji xandanên seltenetî yê Birîtaniyayê bi lixwe kirina kirasek ku li ser bi zimanê farsî hatibû nivîsandin jin, jiyan, azadî, di merasima taybet ya Spotify de beşdarî kir û piştevanî ji tevgera jinên Îranê kirin û ev bivêriya wan bilind nirxand.

Matthew Bellamy, stranbêj û bestekarê navûdeng yê Birîtanî û yek ji endamên serekî yên koma navûdeng a rockê “Muse” bi weşandina wêneyeke xwendekarên nerazî yên Îranê li ser rûpela xwe ya Instagramê, piştgirî da xwepêşandanên gelê Îranê.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken: Xwenîşandanên seranserî yên Îranê nîşana hêrs û bêzariya mezin a gelê Îranê ji rayedarên rejîma Îslamî ya Îranê û rêberên vî welatî ye û got jî, ku xwenîşander daxwaza "guhertinê" dikin.