Komek ji şanokarên Kurd yên bajarê “Urmiyê” bi mebesta piştevanîkirin ji xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di 8emîn festîvala şanoyê ya bajarê “Amed”ê de beşdarî nakin.
Şanoya Kurdî ya bi navê “Qabûza Mêrûyan” bi derhêneriya “Hamid Ismaîlvend” û lîstikvaniya “Raziye Hacîpûr, Kesra Beygzade û Keyhan Huseynî” bo 8emîn festîvala şanoyê ya bajarê “Amedê” li Bakûrê Kurdistanê hatiye hilbijardin , lê şanokarên vê şanoyê di bertekêkê de li ser rûpelên torên civakî yên xwe nivîsandin “Tal e dilê me li vir û laşê me li wir li ser dîkê, vê demê şano pîroz û xweşik e ku ji bo gel be û emê bi tenê wê demê dîsan herin ser dîkê ku gelê me şa be û dîsan dilê me xweş be û bi rêzdarî radigihînin ku em tevlî 8emîn festîvala şano ya bajarê Amedê nabin”