Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Girtiyên siyasî ji her demê zêdetir di bin metirsiya tinekirin, jenosayd û tolhildana rejîmê de ne

18:04 - 19 Çirriya pêşîn 2022

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, “Mistefa Hicrî” derheq agirgirtina cihê şikê ya girtîgeha Êvînê peyamek belav kir.

Deqa Peyamê wiha ye:

Xelkê mafxwaz ên Îran û Kurdistanê!

Malbatên girtiyên siyasî!

Çed şev bi ser agirpêketina cihê şikê ya girtîgeha Êvînê re derbas dibe; Bûyerek ku di germahiya hêrsa cemawerî ya ser şeqam û pêla bê eman ya kîn û nefreta kombûyiya ser hev ya xelkê li dijî rejîma cinayetkar û terorîst, bala raya giştî ya Îranê û rêxistinên mafê mirovî yên cîhanî bo aliyê xwe rakêşa.

Girtîgeha Êvînê ji aliyekî ve sembola berxwedanî û îradeya bênavber a hezaran şoreşger û têkoşerên neteweyên Îranê ye, û ji aliyek din ve jî, sembola berdewambûna siyaseta kuştar, îşkence û qirkirina Komara pet û sêdare ye; Herçiqas ku heta niha aliyên wê bûyera dilêş rohn nebûne, lê tawan û pîlanên Komara Îslamî cihê gumanê ne.

Ev bûyera dilêş, eger û metirsiya dûbarebûna karesateke din wek komkujiyên dehika 60ê ya Rojî, û tawanên mîna vê yekê yên vê rejîmê li pey e. Her lewma divê em bi nîgeranî ve lê binêrin, bi taybetî ku di heyama mehek derbsbûyî de, û di encama serkutkirina bêrehmane ya xelkê serhildêr û girtin û bêserûşûnkirina hezaran kes ji xortên azadîxwaz, metirsiya tinekirin, qirkirin û tolhildanê ji aliyê Komara Îslamî ve ji her demê zêdetir tê sehkirin.

Xelkê azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku armanca wan rûxandin û berevajîkirina tomara rejîma Komara Îslamî ye û kolan û çeperên berxwedanê çol nakirine; Divê em azadiya girtiyên siyasî ji xwe re bikin silogan, û herwisa sembolên berxwedanî û xweragiriyê zêdetir bidin ber çav. Divê çarenivîsa xortên xwe di girtîgehê de ji bîr nekin, û pêşiya dûbarebûna karesatek mezintir bigirin.

Herwiha em daxwazê ​​ji saziyên mafê mirovî dikin ku lêkolînê li dosyayên vê dawiyê yên girtîgeha Êvîn û girtiyên siyasî yên di nav çalên reş ên rejîmê de ne bikin, da ku kiryarên hovane û nemirovane yên vê rejîma faşîst û mirovkuj zêdetir bê derxistin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştî

Mistefa Hicrî

26ê Rezbera 1401an a Rojî