Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji banghêjiya xwenîşandana roja Şemî ya li Berlînê nîşan da û banga grevê û nerazîbûna giştî li Îran û Kurdistanê jî kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Xelkê xebatkarê Îranê!
Îraniyên li diyasporayê!
Di destpêka meha duyemîn a serhildanên girseyî yên li dijî Komara Îslamî de, rejîmê bi tundûtîjiya zêde ve tepeserkirina hovane û dûbarekirina tawana kuştina zarokan berdewam dike. Girtîgeh tijî ne ji xwenîşanderên têkoşer û gelek bajar bi tundî hatine mîlîtarîzekirin.
Ji aliyeke din vejî, tevgera girseyî ne tenê di nava Îranê de piştgiriyeke mezin bi dest xistiye, belkî Îraniyên li derve jî, tevî her cudahiyeke siyasî, zimanî û çandî, mil bi milê xebat û berxwedaniya xelkê Îranê bi şêweyekî bêmînak hatine qadan û piştevaniya berfireh ya xelkê cîhanê bo wê serhildana cemawerî rakêşane.
Roja Şemiya bê, 22ê Çiriya Pêşîn, yekem Şemiya meha duyemîn a xwenîşandanên cemawerî, hemû xelkê Îranê li seranserê cîhanê bi îradeyeke yekgirtîtir ji hertimî, biryara xwenîşandaneke mezin dane.
Rêzdar Hemîd Îsmaîliyon, berdevkê encûmena malbatên qurbanîyên balafira Ukraynayê, vê carê banghêjiya xwenîşandaneke mezin li bajarê Berlîna Almanyayê kiriye. Em piştgiriyê didin vê banghêjiyê û beşdariya çalakane ya wê xwenîşandanê dikin. Em daxwazê ji hemû Îraniyan û bi taybetî Kurdên li Almanya û Ewropayê dijîn, dikin ku beşdariyê di xwenîşandanên li Berlîn û paytextên din yên Ewropayê de bikin.
Herwiha em daxwazê li hemû xelkê seranserê Îranê, aliyên siyasî û çalakvanên siyasî û sivîl dikin ku roja Şemiyê 30ê Rezberê, ji demjimêr 12ê nîvro pê ve li seranserê Îranê dest bi grev û xwenîşandanan bikin da ku bersiveke guncaw bi serkutkar û tepeserên zarok û bendkiriyên girtîgeha Êvînê re be.
Em daxwazê li hemû wan aliyên siyasî yên ku dixwazin rejîmê biherife, digel wê banghêjiya di navendê de, beşdariyê di wê xwenîşandana giştî li seranserê Îranê bikin da ku em hemû “na”yeke din a mezin bidin Komara Îslamî.
Jin, jiyan, azadî
Serkevtin ji bo serhildana demokraxîxwazî li Îranê
Mirin û neman bo Komara Îslamî û yasayên wê yên dije jinî
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê