Êvareya roja Duşemî 25`ê Rezberê, kolberekî Kurd ê bi navê “Rehman Mamxizrî” kurê Husên û xelkê bajarê Pîranşehrê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Banê canê xwe ji dest da.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê ew kolberê Kurd dane ber teqeya rasterast.
Herwisa wê çavkaniyê gotiye: Ew kolberê Kurd bi sedema berkevtina du gulleyan li ser û gulleyek jî li pişta wî demûdest canê xwe ji dest daye.
Termê navbirî radestê malbata wî hate kirin û li cihê jidayîkbûna wî bi axê hate spartin.
“Rehman Mamxizrî” xîzandar û bavê pênc zarokan e.
Her di vê derheqê de, ji destpêka serhildana seranserî ji 26`ê Xermananê ve heta niha, çar kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Banê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê canê xwe ji dest dane.