Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekar û dersxwanan roja çarşemî 27ê Rezberê xwenîşandan li rejîma Îranê lidar xistin

18:23 - 19 Çirriya pêşîn 2022

Di xwendingeheke bajarê Merîwanê de keçên dersxwan, sirûdek sitrandin û li derheq cinayetên rejîma Îranê di serkuta hovaneya xwendekar, dersxwan û xelkê din de silogana “destdirêjî, cinayet, mirin bo wilayet” dan û pê xwe erdê kutan.

Herwisa li bajarê Sineyê, keç û kurên dersxwan rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma dîkator a Îranê silogan dan û daxwaza tevlîbûna xelkê bi xwenîşandanan re kirin û silogana “bimre dîktaror û polîsê nezan cihê şermê ye, netirsin em hemû digel hev in” dan.

Di bajarê Kirmaşanê de jî xwendekarên zanîngeha “Razî” ya wî bajarî di şeqaman de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û tevî amadebûna hêzên ewlehî û besîcan kombûna xwe berdewam kirin û siloganên wek “besîciyê bê şeref û ji wir here besîcî” dan û hûre ji hêzên ewlehî û besîcan kêşan.

Herwisa xwendekarên wî bajarî li dijî binyata rejîma Îranê silogana “îsal sala xwînî ye Xamineyî jinav diçe” dan û bo piştevanî li serhildana seranserî silogana, “bêje azadî azadî” dan.

Di bajarê Zahidanê de jî xwendekaran bo piştevanîkirin ji serhilêdana xelkê Kurdistan û Îranê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Di bajarê Demawendê de jî keçên dersxwan piştevanî ji serhildêran kirin û silogana “jin jiyan azadî” dan.