Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û berxwedaniya xelkê serhilder di 33`emîn şeva xwe de berdewam in

10:53 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Duh şev di 33`emîn roja xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de, li bajarên weke Sine, Tehran, Îlam, Erak, Zahidan, Mehadab, Urmiye, Kamêran, Dêhgolan, Ehwaz, Meşhed, Kirmaşan, Qum, Abdanan, Save, Kirman, Sarî, Şabad, Benderebas, Şîraz, Îsfehan û hin bajarên din li dijî serkutkariyên rejîmê berdewam bûn.

Welatiyên bivêr û bêzar ji rejîma serkutkar ya Îslamî yên Şabadê,, navê Qasim Sulêmanî yê terorîst jinav birin.

Li Benderebasê xwenîşanderan silogana mirin bo dîktator dan û kolan û şeqamên bajar heta derengiya şevê zindî ragirtin.

Li Mehabadê xwenîşanderan bi agir û alavanan rêyên bajarê girtin û xwenîşandan berdewam kirin.

Li  Derşehra ser bi parêzgeha Îlamê jî, xwenîşander rijyane ser şeqaman û di dana silogana Jin, Jiyan, Azadî, daxwaza xelasbûn ji zilmê û sernixûniya rejîma Îslamî bûn.

Herwisa bajarên Tehran û Îsfehanê jî berdxwedaniya xwenîşanderan berdewam bû û bi dana silogana Jin, Jiyan, Azadî, Mirin bo dîktator, bêzariya xwe li rejîmê û hêzên serkutkarnîşan dan.