Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma serkutkar û dije gel ya Îranê pêgeha xwe di civata cîhanî de ji dest dide

10:55 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Roja Pênçşemî 28`ê Rezberê, Wezîra Karê Derve ya Kanadayê Melanie Jolly, digel 14 wezîrên din yên jinê yên chanê dê li derheq serkutkariyên hovane û serhildana bivêrane ya xelkê seranserê Îranê bicivin.

Melanie Jolly :“Dibe rejîma Îranê dest ji her tunditîj û destdirêjiya li ser gelê Îranê berde, bi taybet destdirêjiya xwe ya hovane ya li dijî jinan.”

Herwisa Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî General McMaster yê dema serkoamriya Donald Trump de li ser rûpela twiterê nivîsî: Niha dema rûbirûbûna digel rejîmê ye, dor lêdana dîwarê agir û rêkxistina pêwendiyan bi gelê Îranê re û sepandina sizayan li ser bank û kesên din ên ku bi rejîma kujêr a Tehranê re kar dikin, hatiye.

Ji aliyek din ve jî, rojnameya Wall Street Journal: Yekîtiya Ewropayê 3 berprisên leşkerî yên rejîma Îranê û kompaniyeke çêkirina balafirên bê pîlot ên vê rejîmê tehrîm kirin.

 Di berdewamiyê de, endama Komarîxwaz ya Kongreya Amerîkayê Lisa McClain,, li ser rûpela xwe ya twitterê nivîsî:“Di demekê de ku jinên Îranê ji bo bidestxistina azadiyê tên kuştin û bêdengkirin, rejîma Îslamî hîn jî endama Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî ye, û ev nayê qebûlkirin."