Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li zanîngehên Kurdistan û Îranê şoreş berdewam e

10:56 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Li beşek zêde ji zanîngehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê şoreş li dijî rejîma Îranê berdewam e.

Ev nêzî mehekê ye ku xwandekarên Îranê di zanîngehan de berxwe didin û bi dana siloganan, mangirtinan, xwandina sirûdan, rijiyana nava hewşên zanîngehan, firêdana xavikên xwe, û ya herî girîng jî, di dema çûna karbidestên rejîmê bo nava zanîngehê li hember wan disekinin û bi siloganan karbidestên rejîmê neçar dikin ku bi revin.

Li zanîngeha “Razî” ya li bajarê “Kirmaşan”ê xwandekarn melayek rejîmê li zanîngehê derkirin.

Herwisa xwandekarên zanîngeha “Elame ” jî rijiyane nava hewşa zanîngehê û li rejîmê silogan dan.

Li beşek ji zanîngehên din jî, xwandekaran bi birêvebirina çalakiyên hunerî yên nerizayetiyan xwe li hember cinayetên rejîmê nîşan dan.