Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîwarên piraniya bajarên Kurdistan û Îranê bi siloganên dijî rejîmê hatin xemilandin

11:14 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî berdewam bûna xwenîşandanan û berxwedanî li hember rejîmê de, di çalakiyên berfireh de ciwanên netiris li ser dîwarên bajarên weke “Sine, Merîwan,Bokan,Pawe,Tehran, Îsfehan, Şîraz, Kirman, Qum” û hin bajarên din dijî rejîmê û cinayetên wê silogan nivîsandin û kerb û kîna xwe li hember rejîmê nîşan dan.

Û li piraniya bajaran benêr û wêneyên “Xamineyî û Qasim Silêmanî” yê terorîst û alaya rejîma Îranê, ji aliyê ciwanan ve hatin şewitandin.