Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî piştî du heftiyan li derheq xwenîşandanên seranserî yên Îranê bertek nîşan da û ev bi welatên derve girê dan

17:52 - 3 Çirriya pêşîn 2022

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” piştî nexuyabûnek zêde, îro li derheq xwenîşandanên seranserî yên Îranê bertek nîşan da û got: :Bûyer û xwenîşandanên seranserî yên Îranê karê Amrîka û Îsraîlê ye.”

Navbirî bi bê anîna navê “Mehsa Emînî” keça 22 salî ya ku piştî binçavkirinê bi destên hêzên “Geşta Îrşad”ê hat kuştin, di vê derheqê de got: “Dilê me jî bo wê şewitî lê berteknîşandana bê lêkolîn li ser wê bûyerê bû sedema hindê ku hin ji xelkê bêne ser şeqaman û ewlehiyê têk bidin, Qur´anê bişewitînin, xavikan li serê xwe vêde bidin, mizgevt û maşînên xelkê bişewitînin û ew berteknîşandane ne yasayî û ne sirûştî ne.”

Rêberê rejîma Îranê bi awayekî behsa rewşa niha ya Îranê dike ku dixwaze rewşê baş nîşan bide, lê di dema axavtinên wî de li 103 bajarên Kurdistan û Îranê û piraniya zanîngehên Îran û Kurdistanê bi dijî rejîma Xamineyî serhildan e û daxwaza neman û herifîna wê rejîmê dikin.