Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zanîngehên Îranê dibin binkeyên leşkerî

11:19 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Wezîrê Zanist yê rejîmê Mihemed Zilfîgol, di  57`emîn civîna cihgirên lêkolînan û teknelojiya zanîngeha, navendên perwerdehiya bilind, lêkolîn û teknolojiyê ku di Saziya Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî a Îranê de ku hat lidar xistin got: Dê di demên nêz de di zanîngehan de osfîsên hêzên leşkerî bên avakirin.

Herwisa piştî kuştin û binçavkirinên hovane ya serhilderan ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve, bi nav nûnerê Îsfehanê yê li mecilsa rejîmê de di hevpeyvîn digel nûçegihaniya Rûydad 24 de got: Heta hêzên ewlehî  bi awayek tund digel alozkeran reftar nekirine, lê dibe wir şûnda micidane û bi tudtirîn şêweyî dest bikar bin.