Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya nerizaytî û grevgirtina Şêwereya Hevahenkiya Sendîkaya Mamosteyên Îranê

15:46 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Şêwreya Hevahenkiya Sendîkaya Mamosteyên Îranê, îro roja Pêncşemî 28ê Rezberê, derheq serkutkirina sîstematîk ya mamosteyên dibistanan û dersxwanan ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek belav kir.

Wê Şêwreyê di daxuyaniya xwe de daxwaz kiriye ku tev mamosteyên dibistanan û xwendingehan roja yekem û duyem ya destpêka meha Xezelwerê, li dijî serkutkariya rejîma Îranê girevê bigirin û nrizayetiya xwe nîşan bidin.

Di vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi destdirêjiya hêzên leşkerî, ewlehî û kinc şexsî yên rejîmê bo ser xwendingeh û cihên xwendina dersxwanan, hatiye ku: “Di vê serkukirina sîstematîk û hovane de, heta niha canê hejmareke zêde ya zarokên dersxwan hatiye girtin."

Şêwreya Hevahenkiya Sendîkaya Mamosteyên Îranê berpirsên Wezareta Perwerdeyê bi “emrazê tepeserkirinê” daye nasandin û huşyarî da rejîmê ku “civaka mamostayên Îranê van hovîtî û durûtiyê qebûl nake”.