Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê dê rejîma Îranê dergeq dironên xweteqîner siza bide

16:00 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye ku balyozên Yekîtiya Ewropayê roja Pêncşemî 28ê Rezberê, bo peydakirina rêkar li dijî navendên dabînkirina dironên Îranê li hev kirine û biryar dane, ku dest bi ser darayiya 3 kes û navendeke berpirsyar ya dana dironên rejîma Îranê bo Rûsiyayê de bigirin.

Herwisa di vê derheqê de Serkomarê Ukraynê “Vîladimîr Zêlêniskî” roja Çarşemî 27ê Rezberê, gotibû: “Me ti baweriyek bi rejîma Îranê nîne, ew xelkê me dikuje û dewleta Ukraynê ti gumanek di vê yekê de nîne ku dironên Îranê ên wek dironên xweteqîner ên cura “Şahid 136” di wan êrîşên dawî yên Rûsiyê bo ser Ukraynê de hatine bikaranîn.”

Herwisa Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Nêd Prays” sibêdeya roja Pêncşemî 28ê Rezberê ragihand: “Me belge hene ku dironên rejîma Îranê ji aliyê Rûsiyê ve li dijî xelkê medenî û damezraweyên Ukraynê bikr tên”.

Navbirî daye zanîn ku, Waşîngton dê dudil nebe ji bo sepandina sizayan li dijî aliyên ku dironan bo Rûsyayê vediguhazînin.