Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansa Navxweyî ya PAKê bi dawî hat

22:12 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Konferansa Navxweyî ya Partiya Azadiya Kurdistan-bakur (PAK), bi beşdariya nûnerên teşkîlat û rêxistinên vê partiyê yên li Kurdistan, Tirkîye û Ewropayê, di 15-16ê Cotmeha 2022an de ku li Diyarbekirê hatibû lidarxistin û konferans bi dawî hat.

PAKê di konferansa xwe daye zanîn ku “îro rojê li Bakurê Kurdistanê pêwîstîyeke sereke ya gelê me, ava kirina Navenda Hevkarî ya Neteweyî, Demokratîk e.”

Herweha PAK dibêje, “amade ye li ser her daxwazeke netewî ya miletê Kurd bi her alîyekê re kar û xebat û hevkarî û dîyalogên pêwîst pêk bîne.”

Sê xalên rojeva Konferansa Navxweyî ya PAKê hebûn. 1 Xala yekem: Nirxandina 8 salên PAKê û ji bo rojên pêş, tesbîtkirina nexşerê û bernameya xebatê ya PAKê. 2: Nirxandina sîyaseta PAKê ya di derbarê Parlamentoya Tirkîyeyê û hilbijartinan de. 3: Nirxandina sîyaseta PAKê ya li Bakurê Kurdistanê di derbarê yekitîya sîyasî û rêxistinî, tifaqa neteweyî demokratîk, peywendîyên hêzên neteweyî yên li  her çar perçeyên Kurdistanê û sîyaseta PAKê ya di derbarê hevkarî û dîyalogên li gel alîyên Tirkîyê de.”

Partiya Azadiya Kurdistan-bakur (PAK) di 18ê Cotmeha 2014an da li Amedê hatiye damezrandin.