Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê 6 kes û 4 navendên rejîma Îranê xistine nav listê dorpêçan

22:21 - 20 Çirriya pêşîn 2022

Dewleta Kanadayê roja Çarşemî 27ê Rezberê, derheq serkutkirina xwenîşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve, 6 kes û 4 navendên rejîma Îranê xiste nav lîstê dorpêçan.

Wezîra Derve ya Kanadayê “Mêlanî Cûlî, di daxuyaniyekê de daye zanîn ku Kanada bo bersivdan bi binpêkirina mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê û gefên wê rejîmê li dijî aştî û ewlehiya deverê, ji hemû derfetan mifa verdigirtine û piştevanîkirina xwe ji xelkê Îranê didomînin.

Pêka raporan “Şêwreya Nigehban, Meclîsa Xubrêganê Rehberî, Nûçegihaniya Fars û kora diyarîkirina berjewendiyên nizamê” û herwisa fermandeyekî Spaha Quds “Mihemed Keremî”, serokê berê yê deng û rengê rejîmê “Izzetullah Zerxamî”, Cihgirê Wezîrê Navxwe “Mecîd Mîrehmedî”, berpirsa girtîgeha Qirçekê “Soxra Xudadadî”, berdevkê berê yê Şêwreya Nigehban “Ebaselî Kedxudayî” û bi nav nûnerê berê yê meclîsa rejîmê “Hişmetullah Felahetpîşe” ji aliyê dewleta kanadayê ve hatine sizakirin.