Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navneteweyî:Dibe çavdêrên serbixwe derbasî nav girtîgeha Êvînê bibin

11:30 - 21 Çirriya pêşîn 2022

Saziya Lêborîn a Navneteweyî di bertek nîşandan li derheq cinayetên rejîma Îslamî di girtîgeha Êvînê de, ji rejîma Îranê daxwaz kir ku nabe ti astengiyek bona destpêtsagihîştina çavdêran bo girtîgeha Êvînê hebin.

Vê saziya navneteweyî ragihandin, dibe çavdêrên serbixwe serdana girtîgeha Êvînê bikin û li derherq roja 23`ê Rezberê lêkolîn bikin û ji girtiyan li hember qetlên zêde û îşkenceyan û hin refterên tund yên hêzên ewlehî hêzên din li dijî wan berevanî bikin.

Saziya Lêborîn ya Navneteweyî  ji rejîma Îslamî re daxwaz kiriye ku dibe çavdêrên serbixwe yên vê saziyê bi bê astengî û pêşîgirtiynekê ji aliyê rejîmê ve bikarin serdana girtiyên girtîgeha Êvînê bikin.