Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildan li şeqam û kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê erdewam e

11:32 - 21 Çirriya pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî xelkê serhildêr yên bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li bajarên weke “Mehabad, Sine, Pîranşar,Serdeşt, Îlam, Dereşehir, Xuremava, Qoçan, Tewrêz, Îslamşehir, Lengerûd, Tehran, Meşhed, kerec, Qum, Mazenderan, Şahînşehir” û hin bajarên din li ser şeqaman bûn û li dijî rejîma Îranê û cinayetên wê rejîmê bi dana siloganan û nivîsandina siloganan li ser dîwarê bajaran, şewitandina binkeyên rejîmê û girtina rêyên nava bajaran berxwedana xwe berdewam kirin.

Li bajarê Mehabadê, ciwanên wî bajarî hêmayên rejîmê anîne xwarê û agirberdanê, û li hin beşên din yên wî bajarî rêyên nava bajar girtin.

Herwisa  li bajarê Sinê jî binkeyek besîcane ji aliyê serhildêrên bivêr û mafxwaz ve hatiye şewitandin.

Di berdewamiya xwenîşandanana de li bajarê Kirmaşanê jî binkeyek besîcane ji aliyê welatiyan ve hatiye şewitandin.

Herwisa li bajarê Tewrêzê jî xelkêl serhildêr rijiyane ser şeqaman û kerb û bêzariya xwe nîşan dan.

Li bajarê Xuremavayê ciwanên wî bajarî jî agir berdane binkeyên rejîmê.

Li bajarên Tehranê û hin bajarên din welatiyan bihevre li malên xwe bi dengê bilind silogan didan.