Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Charlie Weimers: Niha dema derxistina dîplomatên Îranê li welatan e

11:35 - 21 Çirriya pêşîn 2022

Nûnerê Swêdê li parlemana Ewropayê de Charlie Weimers, li ser rûpela twîtera xwe nivîsî:  Niha dema vexwandina balyozên Îranê û derxistina dîplomatên wan in.

Herwisa Charlie Weimers nivîsiye: Rejîma Îranê hêzên leşkerî li nav axa Ukrayînê de hene da ku alîkariyê bidin bi Rûsiyayê,  eger niha dema vexwandina balyozan, û derxistina dîplomatên Îranê û dawî pê anîna bi danûstandinên Lihevkirina Bercamê nine, lê dema wê kengiyê ye?