Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ji mangirtina mamoste û xwandingehên Îranê

21:03 - 3 Çirriya pêşîn 2022

Şêwreya Hevahengî ya rêkxirawên sinfî yên mamosteyên Îranê banghêjiya mangirtinê ragihandiye.

Di daxuyaniya Şêwreya Hevahengîkirina Rêkxirawên Sinfî yên mamosteyên Îranê tevî nîşandana nerazîbûnê li hember serkutkariyên berfireh yên nerizayetiyên di heyama rojên derbasbûyî de, hatiye: “Piraniya wan xelkê nerazî yên bêzar, her ev dersxwan û xwandekar in ku  digel milyonan xelkê Îranê yên din ji serkutkariyên heyî bêzar bûne û bi sedan kes ji wan niha di girtîgehan û bin givaş û îşkenceyên derûnî û cismî de ne; mixabin şeva Yekşemî hêzên serkutkar hunidrî zanîngeha Şerîf bûn û bi çek di hember zarokên elît yên nîştiman de rawestan, da ku bi xeyalên xav yên xwe dengê wan ciwanên mafxwaz yên nîştiman kip bikin”.

Di nîşandana nerazîbûnên derheq rewşek wiha de, “Şêwreya Hevahengî ya Rêkxirawên Sinfî yên mamosteyên Îranê ji mamoste û dersxwanan daxwaz dikin ku roja  Sêşemî 12`ê Rezberê  bi birêvebirina mangirtinê di xwandingehan de amade nebin û  hevgirtîbûn û bihevrebûna xwe  digel tev kesên nerazî yên bêzar li hember nedadperweriyên zal de nîşan bidin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî piştevanîkirin ji vê banghêjiyê ji tev mamosteyan, dersxwanan û xwandekarên Kurdistan û herwisa xwandekarên Kurd yên li zanîngehên Îranê ku hertim di xebatên medenî yên Îranê de pêşeng bûne û hene daxwaz dike ku di vê mangirtina seranserî de beşdar bin, ji berku hertim rola hevahengîkirin û pêşengbûnê hebûne.

Herwisa ji tev tex û qatên civakê, karmend û kedkarên seranserê Îran û Kurdistanê daxwaz dike: Bi her awayî îmkan heye ji xwenîşandanên derbasbûyî û mangirtina mamosteyan piştevanî bikin û bi hevgirtin û yekîtiyê di hemû qadan de xebat û nerazîbûnan berdewam bikin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

11`ê Rezbera 1401`an a Rojî