Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê “Zahidan”ê piştî nivêja nîro ya roja Înê, rijiyane ser şeqaman

16:09 - 21 Çirriya pêşîn 2022

Roja Înê 29ê Rezberê bi hezaran kes ji xelkê serhilder li bajaraê “Zahidan” yê ser bi parêzgeha “Sîstan û Belûşistan”ê, bi silogana “bimre dîktator, bimre besîcî, bimre Xamineyî” rijiyane ser şeqaman û şeqamên wî bajarî xistine bin kontorla xwe.

Çend heftî berî niha jî wiha xelkê Zahidanê rijiyane ser şeqaman û rastî êrîşên dirindane û hovane yên rejîma Îranê hatin û bi sedan kes hatine şehîdkirin û bi hezaran kes jî hatine birîndarkirin