Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye; 18 kes xelkê gundê Balayê qedera wan nexuya ye û di bin îşkenceyê de ne

16:11 - 21 Çirriya pêşîn 2022

Piştî xwenîşandana 4ê Rezberê ya xelkê serhildêr ên gundê Balayê yê ser bi bajarê Urmiyê, ku çendîn kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin û birîndarkirin, hêzên ewlehî yên Spaha Pasdaran a terorîst dest avêtin bi girtina bi kom a welatiyan.

Li gorî çavkaniyek agehdar, welatiyek Kurd yê bi navê “Şoreş Îslam Sêkanî” yê xelkê gundê Balayê çend roj bû di yek ji girtîgehên ewlehî yên Spaha Pasdara de bi tundî dihate îşkencekirin.

“Soreş Îslam Sêkanî” duh di pêwendiyeke kurt a telefonî digel malbata xwe de ragihandiye, ku piştî gelek caran lêpirsîn û îşkenceyên giran li navendeke ewlehiyê ya Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye veguhestin.

Çavkabniyek agehdar jî, bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye: “Welatiyekî, Kurd yê xelkê gundê “Bala”yê yê bi navê “Deriyûş Xêrî” jî, di yek ji girtîgehên Ewlehî yên Spaha Pasdaran de ye û bi tundî tê îşkencekirin.”.

Wê çavkaniya aghedar di berdewamiyê de daye zanîn ku: “Piştî xwenîşandanên li Balaya Urmiyê nêzî 26 kesan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û piştî îtirafên bi zorê û îşkenceyan, 8 ji wan bi barimteyên giran hatine berdan û 18 kes ji wan jî, hêj di girîgehên ewlehî yên Spaha Pasdaran de ne û rastî îşkenceyên giran tên.