Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveberekî xwendingehê li bin givaşên hêzên ewlehî li Tehranê canê xwe ji dest da

16:15 - 21 Çirriya pêşîn 2022

Şêwreya Hevahengiya Sendîkaya Mamosteyên Îranê ji kuştina Birêveberê xwendingehekê bi sedema givaşên hêzên ewlehî daye zanîn.

Şêwreya Hevahengiya Sendîkaya Mamosteyên Îranê li ser rûpela xwe ya Twîterê nivîsiye: “Elî Celîlî, Birêveberê xwendingeha “Kardaniş” a Beraderên Muzefer ya taxa 4 ya Perwerde û Hînkariya bajarê Tehranê piştî gazîkirinên li pey hev bo Îtilaat û parastina hêzên ewlehî yên rejîmê, tûşî sekinandina dil hatiye û canê xwe ji dest daye”.

Şêwreya Hevahengiya Sendîkaya Mamosteyên Îranê duh Pênşemî 28ê Rezberê jî li banghêjiyekê de daxwaz ji tev mamosteyên xwendingeh û dibistanan kiribû ku roja yekem û duyem ya destpêka meha Xezelwerê li dijî serkutkariyên hêzên rejîma Îranê li hember dersxwan û mamosteyên dibistanan, mangirtinek seranserî bi rê ve bibin.