Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ustraliyayê serkuta hovane ya xelkê li Îranê bi tundî şermezar kir

16:19 - 21 Çirriya pêşîn 2022

Dewleta Ustraliyayê tevî şermezarkirina serkuta hovane ya xelkê serhilder li Îranê, bi rejîma Îslamiya Îranê huşdarî da.

Roja Pêşncşemî 28ê Rezberê, Wezîra Derve ya Ustraliyayê, “Pênî Wang” di civîneke online de digel Wezîrên Derve yên jinên cîhanê ku li Kanadayê hatibû lidarxistin, bi silogana “Jin jiyan azadî” beşdarî kir û li derheq serkuta hovane ya xelkê serhilder ji aliyê rejîma Îranê ve, huşdarî bi berpirsên rejîma Îranê re da.

Herwisa “Pênî Wang” huşdarî bi berpirsên rejîma Îslamiya Îranê re da û got: “Cîhan çavdêriyê li ser we dike û Ustraliya piştevaniyê ji jin û keçên Îranê û hewla wan bo wekhevî û bihêzkirinê dike”.

Herwisa Wezîra Derve ya Ustraliyayê bi tekezî got: “Em ji mafê xelkê Îranê bo xwenîşandanên aşitîxwazane piştevaniyê dikin û hevdeng digel kesên din, daxwaz ji Îranê dikin ku serkuta hovaneya xwenîşanderan bisekinîne”.

Herwisa navbirî bi tekezî ragihand: “Em hemû di hevxemê canjidestdana sedan kesên aştîxwaz, mêr, jin û zarokan de in ku bi destê berpirsên Îranê hatine kuştin”.