Îro roja Şemî 30ê Rezberê, xelkê li piraniya bajarên Kurdistanê girev girtin û dukan û bazarên xwe daxistin.
Îro dukandar û bazariyên bajarên Sine, Seqiz, Bokan û Bane û çendîn bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştevanîkirin ji serhildana seranserî ya Kurdistan û Îranê li dijî rejîma Îranê, girev girtin û dukan û bazarên xwe daxistin.
Xwenîşandan û mangirtina xelkê Kurdistan û Îranê derbasî meha duyemk bû û xelk bi roj ve man digirin û bi şev jî li ser şeqaman li dijî rejîma dîktator a Îranê xwenîşandnaê dikin.