Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa hekêriya “Bilek Rîward” 24 demjimêr bi Îranê re derfet daye ku binçavkiriyan azad bike

10:49 - 22 Çirriya pêşîn 2022

Piştî ku girûpa hekêriya “Bilek Rîward” hesabên bikarhênerî yên Kompaniya Berhemanîn û Geşedana Wizeya Navkî ya rejîma Îranê hek kir, 24 demjimêr dem bi Îranê re da ku binçavkiriyan azad bike.

Girûpa Hekêriya “Bikel Rîward” bi rejîma Îranê re huşdarî daye ku eger heta 24 demjimêran daxwaziyên xwenîşanderan qebûl neke û tevahiya girtiyên siyasî, hizrî û xwenîşanderên binçavkirî azad neke, dê hemû belgeyên bernameya navkiya rejîma Îranê belav bike.

Herwisa vê girûpa hekêrî bi tekezî gotiye: “Rejîma Îranê ti çareyek bilî azadkirina girtiyan û ragirtina serkutan û teslîmbûn li hember daxwaziyên xelkê nîne ku bi wateya dawiya Komara Îslamî ya Îranê ye”.