Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxirawên Jinan, Ciwanan û Xwanedekarên Kurdistan û Îranê peyamek belav kirin

10:53 - 22 Çirriya pêşîn 2022

Wan rêkxirawan di peyama xwe de tevî gotina sersaxiyê bi malbatên qurbaniyan re, daxwaz ji hemû tex û qatên civakê kirine ku bi awayekî çalak pêşwazî ji bangewaziya îro Şemî 30 Rezberê bikin û di xwenîşandana de beşdariyê bikin heta dema gehiştin bi armanca sereke ku azadî û dadperwerî ye.

Herwisa daxwaz ji xelkê Îranê û bi taybet Kurdistanê kirine ku li çepera dijî rejîmê yanî, şeqam, zanîngeh, xwandingeh û…hwd de bimînin.

Ji aliyek din ve daxwaz ji welatî û hevwelatiyên Kurd û Îranî yên li derveyî welat kirine ku îro li bajarê “Berlîn”ê bi awayekî çalak beşdariya xwenîşandanê bikin.

Ew peyama ji aliyê 10 Rêkxirawên “Jinan, Ciwanan û Xwandekaran” yên Îran û Kurdistanê ve hatiye belavkirin.