Çavkaniyên leşkerî yên Sûriyê belav kirine ku li derdora bajarê Demişqê binkeyên Spaha Pasdaran û Hizbullahê bûne armnca mûşekên Îsraîlê û xisarên canî û malî li pey xwe aniye.
Roja Înê 29ê Rezberê, Îsraîlê bi mûşekan çendîn binkeyên Spaha Pasdaran û Hizbullaha Lubnanê li derdora wî bajarî teqndin û 3 terorîstên rejîam Îranê hatine kuştine û 7 terorîst jî birîndar bûne û herwisa navenda berhemanîna dironan jî hatiye teqandin.
Di vê derheqê de Rojnameya “Orşelîm Post”ê belav kiriye ku zêdetir ji 10 kesan ji milîsên girêdayê rejîma Îranê di vê êrîşê de hatine kuştin.