Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya seranserî ya xwandekarên Kurdistanê daxwaz kiriye ku xelk li qadan amade bin

11:02 - 22 Çirriya pêşîn 2022

Komîteya seranserî ya xwandekarên Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji xwandekaran, derisxwanan û herwisa xelkê azadîxwaz kiriye ku li nêzîkbûna hatina çileya “Jîna Emînî” û çil roj berxwedaniya xelkê li dijî rejîmê berdewam bin.

Herwisa di beşek din a wê daxuyaniyê daxwaz ji xwandekaran û derisxwanan hatiye kirin ku polên xwandingeh û zanîngehan baykot bikin û îro Şemî 30 Rezberê, di meydan û cihên sereke yên bajaran de bi silogana “mirin Bo dîktator, jina jiyan azadî, Jîna remza serkevtina me ye” amade bin.