Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sîdnî yê Ustiraliyayê xwenîşandanek berbireh bi rê ve çû

16:20 - 22 Çirriya pêşîn 2022

Îro roja Şemî 30ê Rezberê, li bajarê Sîdnî yê Ustiraliyayê xwenîşandanek berbireh ji bo piştevanî li serhildana Îran û Kurdistanê bi rê ve çû û siloganên li dijî rejîmê Îranê dan.

DI vê xwenîşandanê de Kurd û Îraniyên akincî li welatê Ustiraliyayê beşdar bûn.

Tevî xwenîşandan li Sîdnî, li bajarê Mêlborana vî welatî jî xwenîşandan ji bo şermezarkirina rejîma Îranê û piştevanîkirin li serhildana Kurdistan û Îranê hebû.