Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bersiva nûnerê Amerîkayê bo Xamineyî: Dije jinî ya rejîma Îranê bû sedema nerazîbûnan

10:54 - 4 Çirriya pêşîn 2022

“Debora Lîpstat”, nûnera taybet a Amerîkayê, di berteka li hember daxuyaniya vê dawiyê ya Elî Xamineyî, rêberê rejîma Îslamî ya Îranê, ragihand ku “dije jiniya rejîma Îranê” bûye sedema gurkirina xwepêşandanên vê dawiyê yên Îranê.”

“Debora Lîpstat” li ser hesaba xwe ya Twîterê di bersiva twîta fermî ya Xamineyî de derheq xwepêşandanan de nivîsîbû: "Ew (Xamineyî) dikare “Seyonîstan”, Amerîka yan jî her aliyek din sûcdar bike, lê ji cîhanê û gelê Îranê re eşkere ye ku dije jiniya tund a rejîma wî, ev xwenîşandanên bi pêşengiya jinan gur kirine.”

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” piştî nexuyabûnek zêde, duh Duşemî 11ê Rezberê, li derheq xwenîşandanên seranserî yên Îranê bertek nîşan da û got: :Bûyer û xwenîşandanên seranserî yên Îranê karê Amrîka û Îsraîlê ye.”