Yekîtiya Mamostayên Pîşeyî yên Kurdistana Îranê, di bangewaziyekê de, rojên Yekşem û Duşeme rêkevta 1 û 2ê Xezelwerê wekî roja girevgirtina giştî li hemû dibistanên seranserê Îranê ragihand.
Di vê bangewaziyê de hatiye ku, wek hûn agehdar in Şêwreya Hevahengiya Mamostayan, roja Yekşem û Duşem, 1 û 2ê Xezelwerê ya 1401an a Rojî, wekî roja girevgirtina giştî li hemû dibistanên seranserê Îranê ragihandiye.
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamostayên Kurdistana Îranê di beşeke din ya vê daxuyaniyê de, tevî piştevanîkirin ji vê bangewaziyê, daxwaz ji mamostayên Rojhilatê Kurdistanê dike ku weke hertim pêşeng û rênîşanderê tevgera mafxwazî ya mamostayan bin.