Li gor Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Ramîn Keremî” kurê Perwîz û xelkê bajarê Serpêla Zehawê, ku roja Çarşemî 20`ê Rezberê li meşa serhildana seranserî li bajarê Kirmaşanê, bi sedema teqeya hêzên ewlehî hatibû birîndarkirin, bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê li gor çavkaniyeke xwe ragihandiye: “Nûçeya canjidestdana wî welatiyê roja Pêncşemî 8`ê Rezberê, piştî 8 rojan ji aliyê hêzên ewlehî ve bi malbata navbirî re hatiye ragihandin.”
Termê wî welatiyê bi amadebûna hêzên ewlehî û malbata wî li goristana Keldawûd a Serpêla Zehawê bi axê hate spartin.
Hêzên ewlehî gef ji malbata wî welatiyê xwariye ku ji hevpeyvînkirin digel mediyayan xwe biparêzin.
“Ramîn Keremî” temen 31 salî û xelkê bajarê Serpêla Zehaw û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê ye.