Di çendîn bajarên Îranê de tevî rewşa awatre û militarîzekirîna zanîngehan ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve, xwendekaran li zanîngehan û li ser şeqaman bo piştevanîkirin ji serhildana seranserî ya Kurdistan û Îranê xwenîşandanên berfireh li dijî rejmê lidar xistin.
Di bajarê Tehranê de xwendekarên zanîngeha Bihîştî, zanîngeha Şerîf, zanîngeha Tehranê ên beşên ziman û edebiyata biyanî û beşa zanist û şandê, xwenîşandanên berfireh lidar xistin û bi siloganên wek “emê bikujin kesê xwîşka me kuşt, em temaşavanan naxwazin tevlî me bibin, xwendekarê xwedî xîret piştevanî piştevanî, ew hemû sal cinayet merg ber wilayet, bimre dîktatotr û bêje azadî azadî” li zanîngehan û li ser şeqaman silogan dan.
Xwendekarên zanîngeha Mazenderanê bi awayekî berfireh xwenîşandan kirin û tevî rewşa ewlehî û rêgirîkirina hêzên parastinê û besîc û encumenên îslamî yên rejîmê, xwenîşnadan lidar xistin û li dîjî rejîma Îranê, besîc û hêzên parastinê silogan dan.
Herwisa di zanîngeha Cundîşapûr a bajarê Ehwazê de, xwendekaran kombûne piştevanî ji serhildana seranserî lidar xistin û hûre li besîc û hêzên parastinê kêşan.
Di bajarê Yezdê de xwendekarên zanîngeha wî bajarî ya beşa Huner û Mêimariyê, tevê rewşa awarte kombûn lidar xistin û bo vebîranîna şehîdên serhildana seranserî straneke girseyî strandin û silogana jin jiyan azadî dan.
Di bajarê Yasûc ê ser bi parêzgeha Kohgîlûyê û Boyêr Ehmedê de xwendekarên wê zanîngehê xwenîşandan kirin û bi silogana “xwendekarê xwedî xîret piştevanî piştevanî” daxwaza tevlîbûna xwendekar û xelkê di serhildana seranserî de kirin.