Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa xwandekar û derxsxwanên bajarên cuda yên Kurdistan û Îranê berdewam e

10:40 - 23 Çirriya pêşîn 2022

Xwandekarên Zanîngeha Teknîk a Tehranê bi dana silogana top, tank û fiş fişe, êdî miselselê bandor tuneye xwenîşandan kirin.

Herwisa xwandekarên zanîngeha Elame Tebatebayî jî di heyam şevê de rijyan ser şeqaman, û bi dana silogana, vê carê cuda ye, şoreş heta gihîştin bi azadiyê, xwenîşandan domandin.

Xwandekarên zanîngeha Şerîfa Tehranê jî, bona nîşandana nerazîbûna xwe li hember serkutkarî û cinayetên rejîmê, li salona xwaringeha zanîngehê de bi bê cudahî rûniştin û xwanrin xwarin.

Li zanîngehên bajarên weke Tewrêz, Zanîngeha Bihêştî a Tehranê, zanîngeha Yezid, Zahidan, Şîraz, zanîngeha Îlm û Ferhenga Tehranê û zanîngehên din yên seranserê Kurdistan û Îranê xwenîşandanên li dijî serkutkarî û cinayetên rejîmê bi dana silogana wê carê cudaye û şoreş heta azadiyê bi şev û roj berdewam e xwenîşandan kirin.

Ji aliyek din ve, dersxwanên bajarên weke, Sine, Şîraz, Seqiz û Mehabad jî, bi dana silogana, wê carê cuda ye û şoreş heta azadiyê bi şev û bi roj berdewam e, xwenîşandanên l idijî rejîma cinayetakr domandin.