Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeqamên bajarên Rojhilatê Kurdistanê piştî derbasbûna 35 rojan hîn çepera welatiyan e

10:44 - 23 Çirriya pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam bû, û welatiyan bi dana siloganan, şewitandina hêma û wêneyên rêberên rejîmê, girtina rêyan bi agiran, şewitandina binke û cihên hêzên rejîmê û besîciyan, û … hwd, li çepera şeqaman de man û li hember rejîma mirovkuj û hêzên wê berxwedanî kirin.

Li bajarên weke: “Urmiye, Sine,Merîwan, Mehabad, Bokan, Kirmaşan, Hemedan” û hin bajarên din xwenîşandan berdewam bû.