Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di kombûna 100 hezar kesî ya Berlinê silogana jin jiyan azadî hat dan

10:57 - 23 Çirriya pêşîn 2022

Di bajarê Berlinê de nêzî 100 hezar kesan xwenîşandanek bê mînak bi dijî rejîma Îranê û bo piştevanîkirin ji serhilderan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê lidar xistin û li çendîn cihên din ên cîhanê jî xwenîşandan hatin lidarxistin.

Roja Şemî 30`ê Rezberê, li bajarê Berlin a Almaniyayê, nêzî 100 hezar kes ji xelkê Kurdistan, Îran û dost û hogirên azadiyê, li dora hev kom bûn û xwenîşandanek dîrokî li dijî binyata rejîma Îranê û bo piştevanîkirin ji serhilderan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê lidar xistin.

Herwisa li bajarê Madrid li Îspaniyayê jî, hezaran kes li dijî rejîma Îranê xwenîşandanek berfireh lidar xistin û bi dana siloganan piştevaniya xwe li serhilderan dane zanîn û silogana jin jiyan azadî dan.

Ji aliyek din ve, li bajarê Los Angelesde jî bi hezaran kes li navenda wî bajarî de kom bûn û xwenîşandanek berfireh lidar xistin û bi silogana jin jiyan azadî û çendîn siloganên din piştevanî ji serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin.

Di bajarê Washingtona Amerîkayê de, hezaran kes di xwenîşandanek berfireh de li hember deriyê Koşka Sipî kom bûn û li dijî rejîma Îranê silogan dan û bi silogana jin jiyan azadî û wêne û posterên Jîna Emînî piştevanî ji serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin.