Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên Îranê jî berdewam bûn

11:00 - 23 Çirriya pêşîn 2022

Şeva derbasbûyî hevwelatiyan li bajarên weke “ Tehran, Kerec, Tewrêz, Dêzfûl, Reşt, Erak, Benderebas, Esfehan, Xûzistan, Mahşehir, Darab, Bender lenge” û hin bajarên din xwenîşandanên xwe bi dana siloganan, girtina rêyan bi agiran û maşînan, şewitandina binkeyên hêzên rejîmê, şewitandina ala û wêneyên rêberên rejîma Îranê berdewam kirin û li hember hêzên rejîmê sekinîn.