Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jin û keçên Rojhilatê Kurdistan û Îranê êdî xawikan nadin serê xwe

11:08 - 23 Çirriya pêşîn 2022

Piştî şikesta hêzên serkutker li hember serhilderan, rakirina xawik bi qasek asayî bûye ku edî jin û keç xwaikê nadin serê xwe û ew bûye rewşek asayî.

Rejîma Îranê ku bi sedema xuyakirina beşek ji pora Jînayê ew şehîd kir, şikestek wiha dijwar li hember xelkê serhilder xwariye ku êdî di şeqam û kolanan de rakirina xawikê li ber çavên wan tê encam dan û keç bê xawik li ser şeqam û bazaran tên dîtin û xortên ciwan bi kom digerin ku çawa xwenîşandanek berfirehtir lidar bixin û tevahiya wan li ber çavên hêzên serkutker tên encamdan.

Şikesta rejîm û hêzên serktker ên mandî û serşor bi qasekî dijwar e ku êdî nikarin li hember vê azadiya seranserî de xwe ragirin.

Ew rewş bi qasekî bo rejîm û karbidestên vê dijwar bûye ku neçar mane ji gelek hewlên xwe paşekêşiyê bikin ku bikarin çend rojan bi temenê xwe yê gemar zêde bikin, lê xelkê biryar daye heta herifandina rejîmê nesekinin û dawî bi jiyana reş û gemar a rejîma Îslamiya Îranê bînin.