Hejmarek zêde ji mamostayan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li hember kuştin û girtina xwendekar, dersxwan û mamostayan bi amadebûn di dibistanan de û negotina dersê ji bo dersxwanan, girev girtin û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li bajarê Merîwan, Sine, Seqiz, Bokan, Kamiyaran, Kirmaşan, Ciwanro û gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê mamostayan li hember serkutakriyên rejîma Îranê li dijî desrxwan û mamostayan girev girtin û xwe ji gotina dersan ji bo desrxwanan parastin.
Hin ji wan mamosteyan li ser pilakardê siloganên wek “dersxwanan azad bikin, cihê mamostayan û dersxwanan girtîgeh nîne, dibistan padigan nîne, jin, jiyan, azadî û Jîna Emînî nivîsîbûn.
Di vê de4rheqê de duh Yekîtiya Mamostayên Pîşeyî yên Kurdistana Îranê, di bangewaziyekê de, rojên Yekşem û Duşem, rêkevta 1 û 2ê Xezelwerê wekî roja girevgirtina giştî li hemû dibistanên seranserê Îranê ragihandibû.