Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fransa bi tundî serkutkirina hovane ya xwenîşanderan li Îranê şermezar kir

11:01 - 4 Çirriya pêşîn 2022

Wezareta Derve ya Fransa li Parîsê roja Duşemî 11ê Rezberê tevî şermezarkirina rejîma Îranê, ragihand ku Fransa ji tundûtîjiyên li dijî xwenîşanderan li Îranê, bi taybetî tepeserkirina xwendekarên zanîngeha Şerîf di çend rojên borî de, heyrî maye.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê de hatiye, ku divê Îran rêzê li mafê xwenîşandanên aştiyane, mafê mirovan û bi taybetî mafê jinan û keçan bigire.