Wezareta Berevanî ya Ukraynayê ragihand ku şeva borî 16 dironên rejîma Îranê yên cura “Şehîd 136” li başûr, rojhilat û bakurê wî welatî xistine xwarê.
Wê wezaretê ragihandiye ku şeva Şemiyê, 11 dironên “Şahid 136” ên Îranê ji aliyê Fermandehiya Hêza Asmanî ya Başûr û 3 dironên din jî, ji aliyê Yekîneyên Parastina Başûr ve li bajarê Mîkolayvê li başûrê vî welatî hatin xistin.
Wezareta Berevaniya Ukraynayê ragihandiye ku wan 2 dironên din ên Îranê jî, li rojhilat û bakurê vî welatî xistine xwarê.
Di vê derheqê de Serkomarê Ukraynê “Vîladimîr Zêlêniskî” roja Çarşemî 27ê Rezberê, gotibû: “Me ti baweriyek bi rejîma Îranê nîne û ew xelkê me dikuje.”
Yekîtiya Ewropayê roja Pêncşemî 28ê Rezberê, bo peydakirina rêkarek li dijî navendên dabînkirina dironên Îranê li hev kiribû û biryar dabû ku rejîma Îranê tehrîm bike.