Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Wizeya Navekî ya rejîma Îranê hate hekkirin/ Rejîmê jî ev yeka teîd kir

16:39 - 23 Çirriya pêşîn 2022

Sîstema “Emaila” binkeya Saziya Wizeya Navekî ya rejîma Îranê ji aliyê girûpa hekêriya “Black Reward” ve hatibû hekkirin û wê girûpê ragihandibû ku hin zanyarî li ser saziya wizeya navekî ya rejîma Îranê bi dest ve aniye.

Saziya Wizeya Navekî ya rejîma Îranê hekkirina sîstema “Emaila” binkeya çêkirin û pêşxistina wizeya navekî piştrast kir.

Girûpa hekêr ya “Black Reward”ê ragihand: 50 gîg zanyarî û wêneyên navendên navekî bi dest ve aniye û herwisa hişdarî dabû berpirsên rejîma Îranê ku heger heta 24 demjimêran girtiyên siyasî azad neke ew dê wan zanyariyane bi awayek giştî belav bikin.

Her piştî 24 demjimêran wê girûpa hekirî gelek zaniyarî bi belge li ser vtorên civakî belav kirin.