Nûnerê Taybet ê Amerîka li Karûbarên Îranê “Rabêrt Malî” li derheq xwenîşandanên 10an hezar kesî li bajarên “Waşîngton û Berlîn”ê li dijî rejîma Îranê, li ser tora civakiya “Twitter”ê peyamek belav kir.
Nûnerê Taybet ê Amerîka li karûbarên Îranê “Rabêrt Malî” li ser rûpela xwe ya tora cîvakiya “Twitter”ê tevî îşarekirin bi xwenîşandana 10an hezar kesî li Waşîngton û Berlînê nivîsandiye ku ew kombûn nîşandeka piştevanîkirin ji xelkê Îranê ye”.
Herwisa navbirî tekezî kiriye ku: “Neraziyên li Îranê bi awayek aştîxwazane bo bi fermînasandina şerafet û mafên xwe, li dijî hikûmetê xwenîşandan dikin”.
Bi 10 hezar kes di xwenîşandanên bajarên “Waşîngton, Berlîn, Losancilês, Tokiyo, Madrîd û çendîn bajarên din ên cîhanê” bi silogana “jin jiyan azadî” li dijî rejîma serkutker a Îranê beşdarî kirin û bi wî awayî piştevanîkirina xwe ji xelkê Îranê dane nîşandan.